3:03:44 PM
RojavaNews: Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, hejmarek ji welatiyên navçeya Cindirêsê ya Efrînê kurdistana Sûriyê desteser dikin û eşkence didin.
Jêderekê ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews re ragihandin, duh li Cindirêsê li taxa Jêr çekdarên Feyleq El-Şam avêtin ser malên Kurdan û hejmarek ji welatiyan girtin û eşkence dan.
Dan zanîn jî, wan çekdaran sivikî bi jin û zarokan kirin û malên wan talan kirin.
Heman jêderê ragihand, ku çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve zêdetir ji 30 xortên her du gundan Anqelê û Senarê ên ser bi Cindirêsê ve girtine û li hember berdana her kesekî ji wan, daxwaza yek hezar dolar kirine.
Li gundê Dîkê yê ser bi Raco ve jî, kalemêrekî 83 salî ê bi navê Seydo Arif Bilo dema li aliyê gundê Simaqên xwe diçinî, ji aliyê çekdaran ve hat girtin û eşkencedan û piştî 4 rojan ew kalemêr azad kirin.
Tê zanîn li Efrînê tevî ku behsa radestkirina navçeyên bo polîsên xwecihî tê kirin lê hîn jî li gelek navçeyan grûpên çekdar binpêkirnan pêk tînin û metirsiyê dinava welatiyan de durist dikin.
