Çar gorên bi kom li başurê Kobaniyê hatin ditin
Çar gorên bi kom li başurê Kobaniyê hatin ditin

Çar gorên bi kom li başurê Kobaniyê hatin ditin

1:51:31 PM 

RojavaNews: Îro roja Yekşemê, 22/7/2018an welatîyên navçeyê kobaniyê Asayîşa ser bi Partiya Yekîtiya Dîmokratik PYDê agehdar kiribûn, ku çar gorên bi kom li Başûrê bajarê Kobaniyê li kurdistana sûriyê hatine dîtin.

Jêderekê ji bajarê Kobaniyê ji RojavaNews re ragihand, ku "asayîşa li bajarokê Ayn Îsê yê li başûrê girê spî ye, çar gorên bi kom ên bi ser lîwaya 93an yê rêjîma Esed ve dîtin, ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn kontrolkirin û kuştin."

Heman jêderê ragihand, ku 360 termên leşkerên rêjîmê  hatibûn dîtin û piraniya wan ji Rojhelata Sûriyê ne.

Herwiha komîteke pizîşkî ji bo pişkinîna terman dirust bû û kar li ser pişkinîna terman tê kirin ji bo nasnameyên wan werin diyarkirin ku ji bo malbatên wan bêne veguhastin.

Tê zanîn, ku di sala 2014an DAÎŞê lîwaya 93an yê rêjîma Ased kontrol kir û pişt re Hêzên Sûriya Damokrat (HSD) ew dever di sala 2015an de ji aliyê wan ve hate kontrolkirin.