Efrîn…Li gundê Burc Heyderê di encama teqîna mayînekê de welatiyekî canê xwe jidest da
Efrîn…Li gundê Burc Heyderê  di encama teqîna mayînekê de welatiyekî canê xwe jidest da

Efrîn…Li gundê Burc Heyderê di encama teqîna mayînekê de welatiyekî canê xwe jidest da

9:52:38 AM

RojavaNews:  Duh, ji ber teqîna mayînekê çandî, ku ji berî 5 rojan li gundê Birc Heyderê yê bi ser navçeya Şêrewa ya Efrîna Kurdistana bi giranî birîndar bibû jiyana xwe jidest da.

Jêderekê taybet ji Efrînê ji RojavaNews re regihand, ku ji berî 5 rojan li Birc Heyderê yê bi ser navçeya Şêrawa dema ku traktora çandiniyê derbas dibû, mayînek çandî  teqiya û di teqînê de ajovanê traktorê Ehmed Xelîl  Hec Elî canê xwe jidest da û dema 4 kesin din bi haware wî ve diçûn mayînekî din teqiya û di encamê de Kemal Mamed Hec Elî, Hesen Kemal Mamed, Ehmed Xelîl Gule Xeyrî û Mihemed Elî Osman Gule Xeyrî birîndar bûn û ji ber Mihemed Elî Osman Gule Xeyrî  bi giranî birîndar bibû, duh li nexwaşxanekê jiyana xwe jidest da.

Ev ne cara yekêye mayînên ku çekdarên ser bi PYDê û grûpên çekdar ve çandine di nava mal û milk û zeviyên welatiyên Efrînê de diteqin û bi sedema wan teqînan hejmarek sivîl bûne qurbanî û bi dehan jî mal hatine rûxandin.  

Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran mayîn di nava mal û milk û zeviyên  welatiyên Efrînê de çandine, piştî vekşandina wan ji gundewarên Efrînê û teqîna mayînan roj bi roj dibine cihê metirsiyê û welatî bang li rêxistinên mirovî,  ku ew mayîn bi zûtirîn dem ji erdê werin hilkirin.

M. Qadî