Efrîn … daristanên çiyayî Kurmênc tên şewitandin
Efrîn … daristanên çiyayî Kurmênc tên şewitandin

Efrîn … daristanên çiyayî Kurmênc tên şewitandin

 10:25:03 AM

RojavaNews: Sê roj in agir bi daristanên navçeya Şiyê, Şera û Bilbilê ya Efrîna kurdistana Sûriyê  ketiye û yê herî gûr li daristana çiyayê Hewarê ye û ta niha nehatiye vemirandin.

Jêderekê ji navçeya Raco ji RojavaNews re rgihand ku , ”piraniya çiyayê Hewarê yê ser bi  navçeya Bilbilê bi dirêjahiya du rojan tê şewitandin û bi hezaran darên daristanê hatin şewitandin.”

Heman jêderê tekez kir, ku ”Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi qest û mebestên cûda cûda daristana  çiyayê Hewarê dişewitînin û ta vê demê ne ji aliyê Tirka û jî grûpên çekdar ew agir ne hatiye vemiradin.”

Herwiha berî du rojan jî agir bi darên derdora Sefîr Dede li nêzîkî gundê Erendê  û Başûra gundê Tirmûşa ên ser bi  navçeya Şiyê ve ket û bi alikariya gundiyan û agirkuja Ecûnena Sivîl a Cindirêsê piştî demeke dirêj ew agir hat vemirandin.

Heman jêderê ragihand, ku nêzîkî 1200 darên Zeytûnan li zeviyên gûndê Mersa yê ser bi navçeya Şera bi mebesta  derbasbûna agir hatin şewtandin.

Heman jêderê ragihand, ku pêr jî li daristana nêzîkî gûndê Bêlê yê ser bi navçeya Bilbilê ve agir bi derdora wî gundî ket lê xelkê wî gundî  agir bi temamî kontrolkir, lê gelek ziyan gîhaye daristan û darên zeytûnan.

Da zanîn jî, ji pêr ve agir bi daristana başûrê gundê Omera ketiye û tevî hewla vemirandina wê ji aliyê Encûmena Sivîl a Şera û hin xwebexşan ve, lê hîna agir nehatiye vemirandin.

Welatiyên Efrînê tekez dikin, ku agir bi qest û sedemê cûda cûda ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi dar û daristanên Efrînê vêdixînin û bi taybet piştî derbasbûna wan ji Efrînê re, şewitandin zêde bûye.

Tê zanîn û  tekezî li ser hat kirin ku grûpên çekdar li pişt van agirên têne  vêxistin li Herêma Efrînê, sedema serekî ewe ku avahiya bingehîn wê têk bibin û cihên hatine şewitandin wê navendên geştiyariyê ava bikin û wê sûdê ji darên hişk ji bo zistanê bibînin û welatiyên Efrînê bang li Artêşa Titrkiyê û Rêxistinên Navdewletî dikin ku kesên li paş van bûyeran  werin sizedan.