Serê kaniyê...du kes bi guleyên Cendirmeyên Tirkiyê brîndar bûn
Serê kaniyê...du kes bi guleyên Cendirmeyên Tirkiyê brîndar bûn

Serê kaniyê...du kes bi guleyên Cendirmeyên Tirkiyê brîndar bûn

12:39:50 PM 

RojavaNews: Duh roja Çarşemê 25/7/2018an, du kes li bajarê Serê Kaniyê Kurdistana Sûriyê bi gûleyên Cendirmeyên Tirkiyê brîndar bûn.

Jêderekê taybet ji RojavaNews re ragihand, ku Elî Nacî Elî zarokê 13e salî û Mûsa Obêd El-Herem yê temen 37 salî ku li bajarê Serê Kaniyê kar dikirin, lê ji aliyê Cendirmeyê Tirkiyê ve hatin gulebarankirin û di encamê de ew herdu birîndar bûn û ji bo nexwaşxaneya bajarê Serê Kaniyê hatin veguhestin û pişt re ew ji bo nexwaşxaneyeke bajarê Hesekê hatin veguhestin.

Heman jêderê tekez kir, ku herdu brîndar ji bajarê Hesekê ne û di nav zeviyan de ji bo dabînkirina jiyana rojane kar dikirin.

Tê zanîn ku welatiyên li ser sînor dimînin û di dema karên xwe yên rojane dikin û yan  hewil didin  derbasî aliyê Tirkiyê bibin, ji aliyê Cendirmeyan ve  têne gulebarankirin.