Efrîn... Du ciwanan xwe bi bombekê kuştin
Efrîn... Du ciwanan xwe bi bombekê kuştin

Efrîn... Du ciwanan xwe bi bombekê kuştin

1:18:45 PM 

RojavaNews: Duh roja Şemeyê,  termê xurt û keçekê temen biçûk li Herêma Efrînê Kurdistana Sûriyê hatin dîtin, ku ji berî rojekê ji malên xwe revîbûn û dixwastin sînorê Tirkiyê derbas bikin bi bombekê xwe kuştin.

Jêderekê ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews re ragihand ku, keç û kurekî temenên wan 16e salî, roja Înê,  li ser rêya Cindirêsê nêzîkî gundê Hemamê hewil didan derbasî Tirkiyê bibin, lê ew ji aliyê çekdarên Semerqend ên ser bi Tirkiyê ve, ku li ser sikaleya kesûkarên keçikê dihatin şopandin, bi bombekê xwe teqandin û xwe kuştin.

Heman jêderê tekez kir, ku Mihemed Mihemed Mehmûd 16e salî û keçek bi heman temenê, ku wan bombe ji grûpa çekdarên Ehrar El-Şerqiye kirîbûn, duh Şemiyê termên wan di nava zeviyên Zeytûnan de ku li ser rêya di navbera gûndê Hemamê û navçeya Cindêrsê de hatin dîtin.

Herweha herdu ciwan, duh li gûristana navçeya Cindirêsê bi axê hatin sipartin.