12:26:38 PM
RojavaNews Roja Duşemê 30/7/2018an, du teqîn li bajarê Qamişlo ya Kurdistana Sûriyê rûdan û ti ziyanên madî negihaye wê deverê.
Jêderekê taybet ji RojavaNews re ragihand, ku “roja Duşemê kesekî nenas li ser matorsikilekê bombeke dengî avête pêşiya xwaringiha Havane li taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo û ti ziyanên madî negihaye wê deverê.”
Heman jêderê ragihand, ku Li çar rêya Elef ya taxa Meyselon bombeke dengî din jî teqiya, lê ti ziyanên madî negihaye cihê teqînê û ti kes birîndar nebûn.
Wek tê zanîn ku di meha Tîrmehê de gelek teqînên dengî têne teqandin û rêjeya herî zêda li cihên ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Dêmokratîk de ne.
