Efrîn ... Grûpên çekdar kelûpelên malên welatiyan didizin
Efrîn ... Grûpên çekdar kelûpelên malên welatiyan didizin

Efrîn ... Grûpên çekdar kelûpelên malên welatiyan didizin

6:40:29 PM 

RojavaNews: Duh roja înê Lîwaya  El-Şemal ya ser Artêşa Tirkiyê kelûpelên malan li gundî Şêx Bila yê ser bi navçeya Raco ve bi rêvebiriya Ebu El-Îslam didizin û li ser daxwaza Ebu El-Îslam mixtarê gund, Mistefa Bîlal welatiyên wî gundî agahdarkirne ku divê her malbatek deh hezar lêreyên Sûrî bidin.

Jêderekê taybet ji gundê Şêx Bila ji RojavaNews re ragihand, ku "çekdarên ser bi Lîwaya El-Şemal bi rêvebriya Ebu El-Îslam kelûpelên malên welatiyan li pêşiya çavên wan didizin û malên vala bi otombîlan bi temamî dibin, herwiha mixtarê gund,  Mistefa Bîlal li ser daxwaze rêveberê Lîwaya  El-Şemal ku divê her malbatek ji gund deh hezar lêreyên Sûrî bidin û ew kesên pera nedin  wê werin girtin û eşkecenkirin."

Heman jêderê tekez kir, ku "çekdarên Lîwaya El-Şemal daxwaz ji welatî  û mixtarê gund  kirin ku wan bibine  ser xwediyên zeviyên Zeytûnan yên  derbederku ji ber rewşa xirab dev ji malên xwe berdan û derbeder bûn, ew jî bi bihaneya ku li pêşerojê Zeytûnan bibin guvaşgeha Ebu El-Îslam.’

Tê zanîn ku grûpên çekdar yêN ser bi Tirkiyê ve, bi dihan tawan di derheqê welatiyên Efrînê de kirine, mîna kuştin, revandin, dizîn û şewtandina zeviyan, herwiha dest danîne  ser malûmilkên welatiyan ji bilî ku têk dana şûnwarên dîrokî û agir berdane daristanên Çiyayê  Kurmênc  jibo têkbirna avahiya bingehî  li Herêma Efrînê.

M. Qadî