10:48:31 AM
RojavaNews: Mîdiyayên Turkiyê nûçeya veguhestina kampên penaberên Sûriyê yên li Turkiyê ji bo parêzgehên sînorê Sûriyê belav kirin, li gor çalakvanan ku rêxistina Afad ya Turkiyê xwe amade kiriye ji bo valakirina kampên Sûriyan û veguhestina wan penaberan ji bo parêzgehên Sûriyê yên li sînor ku metirsiyek mezin ji penaberên ereb yên ji nav gund û navçe û bajarê Efrînê heye .
Jêderên opozisyona Sûriyê ragihand ku bi dehê hezaran ji malbatên penaberên Sûriyê di nav kampan de ji kal pîr zarok û jin hene û biryare werin veguhestin ji bo Sûriyê.
Tevî ne zelaliyek derbarê redkirina navenda koç û koçberan û tekezkirina rêveberiya rêxisrina karesetan Afad ji vê biryarê re û ragihandina wan li ser vê mijarê lê hin jêderên opozisyonê dane xuya kirin û tekez kirine ku kareke li ser wê yekê tê kirin ji ber ku hin welatî di nava kampan de fermana bi cih hiştina kampê ji wan re hatiye .
Li gor agahiyan ku pênc kamp ketine jêr biryara valakirinê de ku derdora 50 hezar penaber li wan kampan de hene û metirsiya welatiyên Efrînê heye ku beşek mezin li Efrînê bi cih bibin û biryara rêdana derbiderên ereb yên Xûteya Rojhilat û parêzgehên din ve girêdan.
Ew metirsiya bi cihkirina penaberên Turkiyê li Efrînê hevdemî wê yekê ku berpirsên PYDê xelk di kampên Helebê de asê hiştine û nahêlin tu kes berê xwe bide Efrînê yan Helebê û li gor Aazd Usman endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê ku hin agahiyên ne tekezkirî hene ku PYDê mayîn derdora kampan de çandine ji bo rêgirî ji derketina derbiderên Efrînê were kirin .
ku ew yek dihêle demografiya Efrînê were guhartin nexasim ji destpêka êrîşa Turkiyê û beriya êrîşî jî herdem Serokê Turkiyê radigihand ku ew ê 50/100 ji xelkê Efrînê yên li gor Erdogan dibêje ereb in wê vegerîne Efrînê lewma metirsiya herî mezin ji vê piroseyê guhartina demugrafiya Çiyayê Kurmênc e .
Jêder ARK News
