Efrin ... Agir bi çiyayê Mabeta û Cindirêsê yê Efrînê ket
Efrin ... Agir bi çiyayê Mabeta û Cindirêsê yê Efrînê ket

Efrin ... Agir bi çiyayê Mabeta û Cindirêsê yê Efrînê ket

 

4:49:04 PM

RojavaNews: Careke din agir bi dar û daristanên çiyayê Efrînê ket û ji ber bilindbûna pêla agir, gundên herdû navçeyên Cindirêsê û Mabeta li xwe girt û ziyanek mezin gehişt daran.

Jêderekê ji navçeya Cindirêsê ji RojavaNews re ragihand, ku bi dirêjahiya du rojan agirek bi hêz bi çiyayê gundê Xerza yê Mabeta û gundê Çoqala yê Cindirêsê ket ku di encamê de ziyaneke mezin gihişt darên zeytûnan û zeviyên çandiniyê û darên çiyayî û tevî hewlên berdewam xelkê gund nikarîn wî agirî vemrînin ku ta du rojan berdewam bû.

Ew agir ji di 6/8/2018an de  ta dirêjahiyan du rojan vêketî bû ji ber bilindbûna ast û pêla agir xelkê gund nikarîbûn wî agirî vemrînin û berpirsên Tirkiyê xemsariyek derbarê vêketina wî agirî hebû û ti destêwerdan ji bo vemirandinê nekirin.

Diyardeya şewtandina dar û daristanên Efrînê îdî pir berbelav bûye û xelkê Efrînê herdem bang ji bo aliyên berpirs dikin da ku jîngeha Efrînê biparêz in .

Beriya demekê Serokê Encûmena Navçeya Şiyê Ehmed Hesen ji RojavaNews  re ragihandibû ku şewtandina darên Efrînê bi mebest tê vêxistin û xwest ku ew kiryar werin rawestandin.

Navbûrî herwiha sipasiya xelkê gund û tîmên berevaniya sivîl kir ku hewlên xwe ji bo vemirandina agirê dikin.

Herêma Efrînê bi dar û zeviyên xwe û sirûşta xwe ya çiyayî û geştûguzarî navdar e û derdora 20 melyon darên zeytûnan li Efrînê hene û nêzîkî du melyon darên henaran û bi sedê hezaran di darên merxan û darên çiyayê gund û çiyayên Efrînê xemilandine hene ku ev e demeke sirûşta Efrînê bi şewtandina daran di metirsiyê de ye û banga Efrîniyan ew e ku jîngeh û sirûşta wê herêmê were parastin.