11:03:46 AM
RojavaNews: Grûpên çekdar yên li Efrînê berdewam in bi guhartina navên rê, meydan û bazarên Efrînê. Îro navê Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li meydaneke Efrînê kirin.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihandin ku , duh Çarşemê, grûpên çekdar navê meydana Seray ya Efrînê guhartin û kirin “Meydana Recep Teyip Eredogan”
Heman jêderê ragihand, ku çend rojên bihûrî, grûpên çekdar navên rê, kolan û bazarên Efrînê diguhêrin, ku navê çariyana Newroz kirine “Selahedîn el-Eyûbî” û navê çariyana Kawa jî bi “Xusin Zeytûn” û çariyana “Wetenî” bi “Çariyana Şuheda” guhartine.
Ev proseya guhartina navên rê, kolan û meydanên Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji aliyê welatiyên Efrînê ve li ser tûra civakî rastî nerazîbûneke tund tê û bûye cihê şermezariyê.
Tê zanîn ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji roja 18ê Adara bihûrî ve Herêma Efrînê kontrol kirine û ta niha ji bilî dizî û talankirina malên Kurdan û revandina xelkê Efrînê, bi hezaran koçberên Ereb ên ji navçeyên cuda ên Sûriyê li mal û milkên Efrîniyan tên bicihkirin piştî ew mal hatin talankirin û bi taybet gundên li ser sînor.
