Semînarek li Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan Sûriya derbarê guhertina bingeha demografî li Efrînê û sedemên ketinê
Semînarek li Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan Sûriya derbarê guhertina bingeha demografî li Efrînê û sedemên ketinê

Semînarek li Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan Sûriya derbarê guhertina bingeha demografî li Efrînê û sedemên ketinê

12:42:15 PM

RojavaNews: Duh şeva bihûrî 10/8/2018an, li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, Sendîkeya Rojnamevanên Kurdstan SûrIya û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya li ofîsa xwe ya hevbeş  semînarek di bin sernavê guhertina demografî li Efrînê û sedemên ketina wê hate lidarxstin.

Semînar ji aliyê çalakvanê siyasî û vekulîner di dîrokê de, Zekereya El-Huserî û nivîskar û helbestvan, Mihemed Hemo bi beşdariya hejmarek medyakar û rewşenbîr û kesên guhdanê bi pirsgirêka kurdî bigiştî û Efrînê bi taybet dikin pêşkêş kirin.

Di destpêka Simînarê de serokê Sendîkayê, Omer Goçerî bi xêrhatina beşdariyan kir û Mamoste Zekeriya li ser dîroka Herêma Efrînê ya kûr û dirêj û bi tayebet Mirovê Niyandirtalî ku ji berî 80 hezar sal li şikefta Du Derî hate dîtin û di dirêjahiya dîrokê de çendîn guhartina demografî li ser Kurda hatine kirin.

Pişt re mamoste Mihemed Hemo li ser sedemên ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye  dagîrkirin axivî ku sedma sereke êstîfzaza Partiya Yekîtiya Demokatîk li hemberTirkiyê û wê Partiyê nikaribû bi rêyên diblomatîk çareyek bidîta û xwest berevaniyê û berxwadana serdemê bike û li serê me Kurda bûye kerasata serdemê û hin Sedemên herêmî û navneteweyî jî hebûn ku Herêma Efrînê were dagîrkirin.

Li dawiyê herdu mamosteyan bersîvên beşdaran kirin ku du demjimêran ew semînar berdewam bû û mamoste Omer Goçerî sipasiya hemi beşdaran kir.