Pêşmergeyekî Roj li Dihokê şehîd bû
Pêşmergeyekî Roj li Dihokê şehîd bû

Pêşmergeyekî Roj li Dihokê şehîd bû

12:14:30 PM

RojavaNews: Duh roja Şemiyê, di encama bûyereke hatin û çunê de li parêzgeha Dohukê ya Herêma Kurdistanê, pêşmergeyekî leşkerên roj şehîd bû.

Jêderekê ji malbata şehîd ji RojavaNews re ragihand, ku pêşmergê bi navê Ela Ebdulla Omer, ku bi navê sîpan li nav hevalên xwe navdare li filkeya war sîtî li bajarê Dohukê raserî buyereke hatin û çunê hat li ser matursklekî û di encamê de şehîd bû.

Heman jêderê ragihand ku şehîd Ela navdar e bi navê Sîpan ji leşkerê “Hêza3” ya bi ser “Fewca3” ve.

Şehîd Ela, îro biryare ku termê wî  ji kampa Domîz wê bibin goristana şaxkê ya şehîdan li Dohukê û wê bi xaka pîroz were sipartin.