Serokwezîr Barzanî: Em êdî vê rewşê tehemul nakin

Serokwezîr Barzanî: Em êdî vê rewşê tehemul nakin

 

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew amade ne ji bo çareserkirina kirîza petrol û bûdceyê cardin bi rayedarên Bexdayê re rûnên û wiha got: “Lê bila her kes bizanibe êdî em nikarin vê rewşê tehemul bikin.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi rêveber û berpirsên saziyên medyayî yên Herêma Kurdistanê re civiya.

 

Serokwezîr Barzanî bang li medyayê kir ku agahî û encamên hevdîtinên wan bi Bexdayê re bigihînin gelê Kurdistanê û wiha got: “Em spasiya saziyên medyayî yên Kurdistanê dikin ku di şerê DAIŞê de şert û rewşa Kurdistanê li ber çav girtine.”

 

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ji Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês re gotiye, ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bêje, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kirîza petrol û bûdceyê amade ye cardin li Bexdayê bi wî re rûnê û wiha axivî:

 

“Em dixwazin ligel Bexdayê li hev bikin. Em dixwazin gelê Kurdistanê, Amerîka û welatên din jî bizanin ku çi ji destê me tê em dikin da ku Bexdayê razî bikin. Lê êdî em nikarin vê rewşê tehemul bikin.”