Nûneratiya Ewropayê ya ENKSê Birûskeke pîrozbahiyê ji bo Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ya bira şand
Nûneratiya Ewropayê ya ENKSê Birûskeke pîrozbahiyê ji bo Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ya bira şand

Nûneratiya Ewropayê ya ENKSê Birûskeke pîrozbahiyê ji bo Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ya bira şand

12:47:25 PM

RojavaNews:  Nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bo Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ya bira Birûskek pîrozbahîyê  bi helkefta heftê û sêyemîn salvegera damezirandina partiya we şand ev jî deqa birûskê ye:

Birayên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê

Silaveke  şoreşgerî .

Bi helkefta heftê û sêyemîn salvegera damezirandina partiya we ya têkoşer, em pîrozbahiyên germ li we û li hemû endaman û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin.

Birayên Birêz

Kiryarên rejîma melayên Tehranê xuya ne, û berovajî  armancên şoreşa gelên îranî bû ya ji bo rûxandina rejîma Şah û bidestxistina jiyaneke azad û bi rûmet, ku her ji destpêka hatina wê li ser desthilatê li sala 1979'an, radibe bi pêrewkirina siyaseta darê zorê û tepeseriyê li dijî gelê Îranê û bi piyadekirina siyaseta "hinartina şoreşê" ji bo derve ji bo peydakirina ajawegeriiyê û nearamiyê li herêmê bi rêya piştgirî û damezrandina rêxistinên terorîst.

Rejîma Îranê bi dirêjahiya desthilatdariya xwe radibe bi kar û kiryarên kuştin û terorîzmê ne tenê li nava îranê herwiha bo derve bi armanca jinavbirina rêberên opozisyonê wek kiryara terorkirina rêberên kurd şehîd Abdul Rahman Qasimlo û şehîd Sadiq Şerefkendî û Şehbûr Bextiyar serokwezîr berê û gelek kesayetên siyasî yên Îranê û tevlî ku bi pêkanîna çend teqîn û kiryarên terorîst li cîhanê jî hatiye gunehbar kirin.

Şoreşa gelê sûrî jî, her ji rojên pêşîn yên destpêka şoreşê rûbirû teror û terorîzma rijêma îranê hat, bi rêya piştevanî û piştgiriya rêjîma Sûriyê bi çek û cebelxane û bi çete û milîtanên terorîst ji bo serkutkirina vê şoreşê.

Em bawer in ku qedera rijêmîn dîktatorî û terorîst wek rijêma Îranê û rijêma Sûriyayê yên radibin bi tepeseriya miletan wê bi dawî bibe.

Dubare bi helkefta bîranîna ji dayikbûna Partiya we, em pîrozbahiyê li we dikin û piştevaniya xwe bo xebat û têkoşîna we û ji bo bidestxistina mafên rewa û netewî yên miletê me yê kurd dûpat dikin.

 

Nûneriya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê

 

18.08.2018