12:24:50 PM
RojavaNews: Şeva bihûrî, mayînek, li ser rêya Raco nêzî dermanxana Haşim Şêx Nesan û di encama wê teqînê de gelek ziyanên madî gehişte camên dokanên nêzî cihê teqînê, lê ti kuştî û birîndar nînin
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand, ku “şeva bihûrî mayînek di tankeke çope de li ser rêya Raco nêzî demanxana Haşim Şêx Nesan li navenda bajarê Efrînê teqiya û di encama teqînê de dergehê dokana welatî bi navê Hesen Şûjin hat rûxandin û zirarek mezin gihaye dokane wî, lê ti kuştî û birîndar nînin.”
Heman jêderê tekez kir, ku ti kes nizanê ew mayîn şawa kiribû wê tekera çopê û kî jî li pişt wê teqînê bû
Tê zanîn ku ji berî demekê du otomobîlên mayînkirî li navenda bajarê Efrînê teqiyan û di encama wan teqînan de hijmarek sivîlên Kurd bûn Qurbanî û gelek din jî birîndar bûn
