2:17:02 PM
RojavaNews: Roja Sêşemê, 21ê Tebaê, yekem roja cejna qurbanê, grûpa bi navê El-Hemzat du birayên hev li gundê Berbenê yê ser bi navçeya Raco ve Efrîna Kurdistana Sûriyê revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyare.
Jêderekê ji goundê Berbenê ji RojavaNews re ragihand ku roja 21ê Tebaxê, grûpa çekdar bi nave El-Hemzat du birayên bi nave, Ezet Xelîl Xelîl û Henan Xelîl Xelîl li gundê Berbenê yê ser bi navçeya Raco ve girtin û berev cihekî nediyar ve birin.
Li gorî heman jêderê ku grûpa navbûrî ji bilî revandina herdu birayan terektora apê wan bi navê Fayêq Henan Dawod jî desteserkirin.
Herdu bira, Ezet û Henan bi xwe kurên welatî bi navê Xelîl Henan Xelîl ne ku ji beriya çend rojan ji ber desteserkirina grûpa El Hezat ji sewal û hejmarek kelûpelên wî re ji qehir û tûrebûnê dilê wî sawestî û jiyana xwe ji dest da.
Herwiha, li Efrînê grûpa bi navê Tecemuh El Edil wêneyên ciwanê bi navê Yûnis Îsmaîl Îsmaîl ku revandiye jibo malbata wî sand û daxwaza 40 hezar dolarên Amerîkî kir ta ku wî serbest berdin û ta niha hîn revandiye û ji bo Polîsên Leşkerî li bajarê Ezazê hetiye radestkirin û hîn çarenivvîsa wî nediyar e.
Tê zanîn ku grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, bi dihan tawan di derheqê welatiyên Efrînê de kirine mîna kuştin û revandin, dizîn û şewtandina zeviyan, herwiha destê xwe danîne lser malûmilkên welatiyan ji bilî ku têkdana şûnwarên dîrokî û agir berdane dar darstanên Çiyayê, Kurmênc ji bo têkbirina avahiya bingehî li Herêma Efrînê.