Mangirtinek li Biruksilê ji bo Efrînê hat lidarxistin
Mangirtinek li Biruksilê ji bo Efrînê hat lidarxistin

Mangirtinek li Biruksilê ji bo Efrînê hat lidarxistin

10:53:27 AM

RojavaNews: Li Biruksilê paytexta Balçîkayê, duh Şemiyê 25.08.2018an,  mangirtinek ji bo Efrîna Rojavayê Kurdistanê Sûriyê li pêşiya baregeha Perlemana Yekîtiya Ewropayê hat lidarxistin û di wê mangirtinê de kiryarên grûpên çekdar mîna kuştin, lêdn, desteserkirina mal û milkên welatiyan û bi taybet guhartina dîmografî  şermezar kirin.

Li ser vexwendindeke çalakvanên serbixwe ên Efrînê,  ku tê de hatiye ew mangirtin û di wê vexwendinê de daxwaza pênc xalên sereke hatibûn nivîsandin ji bo bidawîbûna dagîrkeriyê û vekşandina girûpên çekdar û rawestandina desteserkirina mal û milkên welatiyan herweha rawestandinan guhartina dîmugrafî û pêkanîna fişarê li ser hemû aliyên ku astengiyê li pêş vegera derbderên Efrînê dirust dikin , û raghandina Efrînê weke navçeyeke wêrankirî û banga parastineke Navdeweltî ji bo gel, ziman,  çand,  kiltor û bicîkirina wan mafan.

Ji destpêka mangirtinê helpestvan û pêşkêşkarê wê çalakiyê, Perîşan hin gotin li ser giringiya Herêma Efrînê axivî û çend helpest pêşkêş kirin û daxuyaniyek bo Perlermana Yekîtiya Ewropayê hat pêşkêşkirin  û ew daxuyaniya  bi zimanên Erebî, Fransî û înglîzî hatin xwandin.

Tê zanîn ku Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar di 18ê Adara bihûrî de, binpêkirinên mafên mirovan li ser destên grûpên çekdar ve bi awayekî berçav roj bi roj zêdetir dibin û artêşa Tirkiyê jî tenê çavdêriyê dike bê ku destêwerdanê bike.