Amerîka pêwendî bi serok Barzanî re kir
Amerîka pêwendî bi serok Barzanî re kir

Amerîka pêwendî bi serok Barzanî re kir

1:21:50 PM

RojavaNews: Roja Çarşemê wezîrê derveyê Amerîka, Mike Pompeo peywendiyeke telefonî bi Serok Mesûd Barzanî re kir.

 Di peywendiya telefoniyê ku rewşa siyasiya Iraqê hate guftûgo kirin, wezîrê derveyê Amerîka pesna rola Serok Mesûd Barzanî ya li proseya siyasiya Iraqê û li piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran kir û wê rolê bi girîng da zanîn.

Her di peywendiya telefoniyê da, Serok Barzanî û Mike Pompeo tekez li ser berdewamiya hevdu şêwirînê û peywendiyên di navbera herdu aliyan kirin.