Grûpeke çekdar li Efrînê gefa serjêkirina welatiyekî kurd dixwe eker malbata wî pereyan nede
Grûpeke çekdar li Efrînê gefa serjêkirina welatiyekî kurd dixwe eker malbata wî pereyan nede

Grûpeke çekdar li Efrînê gefa serjêkirina welatiyekî kurd dixwe eker malbata wî pereyan nede

3:09:48 PM

RojavaNews: Wê grûpê dI girtevîdiyoyekê de, çekdarekî rûnuxmandî yê grûpa bi navê Ehfad el Resûl ku yek ji grûpên çekdar yên li Efrînê ye, û gundê Badîna yê ser bi navçeya mabata kontrol dike, kêrê datîti ne ser ustiyê  welatiyê kurd yê bi navê Xesan Hesen fewzî û daxwaza deh melIyon lêreyên sûriyê li malbata wî dike li jêr gefa serjêkirinê eger wan pereyan nedin.

Xesan bixwe xelkê gundê Badîna yê navçeya mabata ya Efrînê ye, ji daykbûyê hezar û nehsed û heftê û pêncane, û bavê sê zarokane, û bi behaneya girêdana Xesan bi PYDê ve, wan çekdaran ew revand, û molet ta duyê îlûnê dane malbata wî eger deh melyonan li jêr kefa serjêkirinê.

Li gorî agahiyan ku dema grûpa Ehfad el Resûl êrîşî mala Xesan kir û euw girtin, sê melyon lêreyên sûriyê û zêr û kelûpeleyên nav dukana wî ya parçeyên otombîlan jî birin.

Malbata Xesan ji aliyê xwe ve gilî li cem serkirdayetya wê grûpê herweha li cem Artêşa Tirkiyê kiriye û ta niha tu bersîv derbarê çarenivîsa Xesan wernegirtine

Buyerên standna pereyan weke merc ji bo serbestberdanê herweha weke merc ji bo vegera mal û mulkan yan ji bo veger bo malên xwe ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrîn û gundewarên wê gelekî berbelavbûye, û welatî jî ji ber wan kiryar û binpêkirinan rastî astengî û metirsiyê tên

M. Qadî