PDK-Sê wê xwenîşandaneke piştevaniya girtiyên di zindanên Rêjîmê de li dar bixe
PDK-Sê wê xwenîşandaneke piştevaniya girtiyên di zindanên Rêjîmê de li dar bixe

PDK-Sê wê xwenîşandaneke piştevaniya girtiyên di zindanên Rêjîmê de li dar bixe

9:25:24 AM

RojavaNews: Partiya Demokrat a  Kurdistan  - Sûriya PDK-Sê,  wê xwenîşandanekê ji bo piştevaniya girtiyên siyasî û yên nerînê di zindanên rêjîma Sûriyê de lidar bixe di roja Şemiyê 08 . 09 . 2018an.

Di daxuyaniyekê de li jêr navnîşana dilsozî ji bo şoreşa Sûriyê ya pîroz û piştevaniya girtyên siyasî yên Sûriyê , ku bi xebata xwe dastanên qehremaniyê tomarkirine , Partiya Demokrat a  Kurdistan  - Sûriya bang li raya giştî û cemawerên xwe kir beşdariyê di mangirtina ku wê roja şemiyê heştê vê mehê demjimêr şeşê êvarî li baregeha rêxistina xwe li Hewlêrê û li kampa Qoştepa were lidarxistin bikin.

Di daxuyanya xwe de Partiya Demokrat a  Kurdistan-Sûriya siloganên Şoreşa Sûriyê şoreşa azadî û rûmetê ye,  Belê ji bo Sûriyayeke ferehnetewî,  belê ji bo Sûriyayeke azad û Demokrat  û hilweşandin ji bo rêjîma xuyindar ya rêjîma Esed wê ên bilind kirin.