Zehre Ehmed: Jîngeha hilbijartinên Rêjîmê ne rewayî ye
Zehre Ehmed: Jîngeha hilbijartinên Rêjîmê ne rewayî ye

Zehre Ehmed: Jîngeha hilbijartinên Rêjîmê ne rewayî ye

1:54:56 PM

RojavaNews: Serkirdeyeke Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hilbijartinên Rêjîmê yên Rêveberiya xwecihî bi nerewayî bi nav dike û dibêje ew hilbijartin li ser paşamayên kavilan li Sûriyê têne lidarxistin.

Zehre Ehmed endama Ofîsa Yasayî ya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê derbarê hilbijartinên Rêvebiriya Xwecihî yên Rêjîmê ku biryar e roja Yekşemê 16.09.2018an werin lidarxistin, ji bo ARKê got Rêjîma Esed hilbijartinên Rêveberiya Xwecihî weke rû ji bo bihêzkirina vegerandina desthilata xwe li ser hemû navçeyên Sûriyê bi kar tîne, û wê yekê weke pêngava yekem dibîne ji bo piştevaniya sitûnên desthilata xwe û avakirna Sûriyaya ku Rêjîmê bi xwe ew bi şerê xwe wêran kir.

Ehmed herweha got Rêjîm hewla pînekirina dezgehên dewletê yên jihevketî ji diktatoriyet û wêranbûnê bi hilbijartinine nerasteqîne dike, û piropagendaya nenavendiyê belav dike ku şagirtên Elbe'si yên neçatperest wê yekê tênagihin, ew şagrit wê pêşengên dîmenên hilbijartinan bin, ew kes in ku Sûriye berev wêranbûnê ve birin, niha di hilbijartinên Rêveberya xwecihî de demdema xwe dibînin ji bo wêrankirina tişta mayî ji Sûriyaya jihevketî di mozexaneya cengî de.

Endama Ofîsa Yasayî ya ENKS serbar kir ku ev hilbijartin di wê demê de ne ku hemû pêdiviyên jiyana rasteqîne li Sûriyê wêran bûne, di Sûriyayeke navbera wêrankirin û bermîlên teqîner de, û welatiyên wê navbera koçberkirin û derbederiyê li ser nexşeya Sûriyaya mişextkirî de belav bûne.

Herweha hevdemî wê yekê tên ku Idilb navbera bazarên siyasî û defên şer yên nîzîk de ye, û hevdemê wê yekê tên ku hewlên navneteweyî ji bo avakirina komîteyeke destûrî ji bo nvîsîna destûra Sûriyaya nû, berhev dibin, ew hemû agahî û pêşhate û nîrên awarte wê ne jîngeheke rewayî ji bo hilbijartinên Rêveberiya xwecihî bin ku Rêjîm lezê di pêkanîna wan hilbijartinan de dike ji bo dubare û bihêzkirina kontirola xwe li ser dezgehên dewletê bike, ku di heyama salên şerê wêranker de ji kar ketine.