1:56:46 PM
RojavaNews: Piştî çar heyvan di nexweşxaneyeke Turkiyê de, welatiyekî kurd ji ber birînên xwe, duh jiyana xwe ji dest da .
Ismet Hebeş Henan Dîko ji gundê Qêsim yê Raco ya Efrînê ye berî çar heyvan rastî mayîneke ku PYDê li gund çandibû hatbû û di encama teqiya wê mayîyê de bi giranî birîndar bû.
Piştî çar heyvan ji dîtina çareseriyê, duh Şeniyê 15/9/2018 li nexweşxaneyeke Turkiyê de jiyana xwe ji dest da.
Ismet Henan yek ji endamê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê bû û ew xêzandar bû û du zarok li şûn xwe hêştin.
ji destpêka şere Efrînê bi sedan ji sivîlan bûne qurbaniya teqîna mayînên ku PYDê çandibû, ku hin jêder dibêjin 12000 mayîn li Efrînê hatibû çandin û dewleta Tirkiyê perpirse bo paqişkiran mayînan li Herêma Efrîn.
