1:38:46 PM
RojavaNews: Bi helkefta salvegera 57an, ya şoreşa Eylûnê ya pîroz rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya 11 pêşmergeyên Eylûnê yên li Domîz û dewrûberên wê dimînin xelatkirin .
Bi helkefta salvegera 57an ya şoreşa Eylûnê ya pîroz wek şanazî û rêzgirtinê ji wan xebatkar û lehingean re rêxistina kampa Domîz ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya 11 pêşmergeyên Eylûnê ji kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li domîz û dewrûberên wê dimînin xelatkirin.
Şandeke rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya bi serkirdayetiya Mihemed Emîn Ebas berpirsê rêxistinê li kampa Domîz serdana pêşmergeyên Eylûnê yên ku li kampa Domîz û dewrûberên wê dimînin kir, û bi wê helkeftê diyariyek li ser xebata wan di ber miletê kurd de pêşkêşkir û pêşmergeyên Eylûnê bi wêneyên bavê Netewa kurd û Serokê Şoreşa Eylûnê nemir mela Mustefa Barzanî xelat kirin .
Şanda PDK-Sê rêxistina kampa Domîz Her yek ji
1-Elî Yûsif N'mû
2- Mihmed S'îd Sûrî
3-S'îd Hamid Hebeş
4- Mihemed Hesen Mistefa.
5- Mehmûd Yûsif Elî (zrarî).
6- Isma'îl Hacî Xlîl ( zirarî).
7- Gorgîn Nûredîn Ebid Elmecîd.
8- Ebas Hisên Slo.
9- Elî Ebas Ibrahîm.
10- Xalid Mihemed Yeqûb Hisên.
11- Yûsif Isma'îl Ibrahîm , Xelatkirin.
Şoreşa Eylûnê ya pîroz di sala 1961 de ji aliyê serokê dîrokî yê miletê kurd nemir Mela Mustefe Barzanî ve hatbû ragehandin û daxwaza mafê netewî yê miletê kurd li Kurdistanê kir. Di wê şoreşê de bi sedan ji kurdên Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî di wê şoreşê de kirin.
Ew 11 pêşmergeyên hatin xelatkirin li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê û derdora wê di pêla penaberiyê de ya piştî şoreşa Sûriyê penaberî Herêma Kurdistanê bûne.
