PYDê dest bi hilmeteke din a revandina ciwanan kiriye
PYDê dest bi hilmeteke din a revandina ciwanan kiriye

PYDê dest bi hilmeteke din a revandina ciwanan kiriye

 

12:27:41 PM

RojavaNews: Çekdarên Partya Yekîtiya Dîmuqratîk PYDê dest bi hilmeteke din ya girtin û revandina ciwanan li Rojavayê Kurdistanê kirine û di çend rojên borî de, bi dehan ciwan ji bo leşkeriya xwe ya neçarî revandine.

Li gorî zaniyariyên RojavaNews, ku çekdarên PYDê duh li nava bazara bajarokê Çil Axa yê Rojavayê Kurdistanê belav bûn û dewriyên xwe yên demkî danîn û bi dehan ciwan girtin û ew berev serbazgehên xwe yên leşkeriyê birin.

Li Serê Kaniyê jî ev e çend roj in çekdarên PYDê dest bi hilmetke berifreh ya revandhna chwanan kirine, û ew yek jî bûye chhê dilgiraniya welatiyan.

Hilmeta PYDê ya revandinan ciwanan hevdemê wê yekê tê ku PYDê tevlî şerekî din li gundewarê Dêrazorê bûye, ku di wan şerên li derveyî navçeyên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran ciwan kurd yên keç û kur dane şehîdkirin.

Ji ber leşkeriya neçarî ya PYDê rêjeya herî bilind ya kuçberên Rojavayê Kurdistanê ciwanên kurd in, û bi dehan ciwanên ku dixwestin ji leşkeriya PYDê xwe rizgar bikin li ser sînoran rastî işkenceyê hatine û gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane.