Rojava News: Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nûnerên xwe di komîteyên Leşkerî û Pêşxistina Birêvebiriyê yên Lêvegera Siyasî de diyar kir.
Civîna ENKSê li bajarê Qamişlo bidawî hat û tê de nûnerên ENKSê di komîteyên Leşkerî û Pêşxistina Birêvebiriyê yên Lêvegera Siyasî de hatin destnîşankirin.
Ji bo Komîteya Leşkerî, Ebdulsemed Xelef Biro, Îsmaîl Hemê, Beşar Emîn û Mihmed Şiwêş hatin diyarkirin, ji bo Komîteya Pêşxistina Birêvebiriyê jî Muhsin Tahir, Neimet Dawûd, Tahir Sifûk û Fêsel Yûsif hatin destnîşankirin.
Hatiye zanîn; ENKS dê ji TEV-DEMê daxwaz bike ku hilbijartin werin paşxistin lê eger hilbijartin bên kirin ENKS dê helwesta xwe nîşan bide.
ENKS di diyarkirina nûnerên xwe yên herdu komîteyan de dereng mabû. Berpirsên wê jî dibêjin, sedema wê yekê ew bû ku dixwestin kesên pispor destnîşan bikin. Lê TEV-DEMê di civîna dawî ya Lêvegerê de ev yek qebûl nekiribû û gotibû, divê endamên herdu komîteyan ji Lêvegerê bin.
