Serokê PYDê mercekî ji bo karê hevbeş pêşkêşî ENKS dike
Serokê PYDê mercekî ji bo karê hevbeş pêşkêşî ENKS dike

Serokê PYDê mercekî ji bo karê hevbeş pêşkêşî ENKS dike

12:34:24 PM

RojavaNews: Hevserokê PYD mercekî jI bo karê hevbeş pêşkêşî encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê dike û dibêje bila wî mercî pêk bîne em ê bi hev re kar bikin.

Hevserokê PYD Şahoz Hesen di lêdwaneke taybet ji bo malpereke bi ser partiya xwe ve got wan destpêşxeriyek ji bo karê hevbeş li Rojavayê Kurdistanê navbera partiyên siyasî de heye û ji bo wê yekê wan hevdîtin bi partiyên dinava Rêveberiya Xweser a bser PYDê ve kirine.

Hesen dibêje ku partiyên dervey rêveberiya wan kêm in, û ji bo ENKS mercekî wan heye ji bo karê hevbeş.

Hesen got" ENKS ji xwe li djî pirojeyê ye, ENKS yan partiyên dinava ENKS de heta ku helwesteke xwe ya zelal derbarê Efrînê nedin, nikarn dinava refên neteweyî Kurdistanî de li Rojavayê Kurdistanê de cî bigrin".

Axaftina hevserokê PYDê derbarê refên neteweyî Kurdistanê hevdemê wê yekê tê ku di dirêjahiya kirîza Sûriyê de berdewam PYDê dibêje ew li djî bîroke û pirojeya neteweyî ne û modêla bîrokeya neteweyî bi ser ketiye û dibêje ew banga umeya dîmuqratîk dike.

Dinavbera ENKS û TEV-DEMê de rêkeftinên Hewlêr1, Hewlêr2 û Duhok û hevpêçên wê bi serokatya Serok Mes'ûd Barzanî hene, ENKS jî TEV-DEMê bi binpêkirin û jinavbirina wan rêkeftinan tometbar dike.