10:35:54 AM
RojavaNews: Nêzîkî 3ê mehan li ser revandina her yek ji Ebdulhemîd Xelîl û Ebidulmecîd Mûsa endamên komîta Herêmî yên Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya û endamê komîta Şaxî Şoreş Mûrad derbasbûn, û ta niha çarenivîsa wan ne diyare .
Ji 23 .07 . 2018an ve Ebid Elhemîd Xelîl û Ebid Elmecîd Mûsa endamên komîta Herêmî yên Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya li bajarê Serê Kaniyê û endamê komîta Şaxî Şoreş Mûrad ji aliyê çekdarên PYDê ve hatine revandin û ta niha çarenivîsa wan ne diyare .
Çekdarên PYDê dibêjin ew serkirde ne li ba wane tevî ku li pêş çavên malbatên wan ew ji malên wan derxistin û revandin.
