Mihsin Tahir: Me ji Pêşverû re behsa vekşandina ENKSê ji Itîlafê nekiriye
Mihsin Tahir: Me ji Pêşverû re behsa vekşandina ENKSê ji Itîlafê nekiriye

Mihsin Tahir: Me ji Pêşverû re behsa vekşandina ENKSê ji Itîlafê nekiriye

12:46:15 PM

RojavaNews: Endamê Polîtbîroya  Partiya Demokrat a Kurdistana  - Sûriyê Mihsin  Tahir  ragehand,  ku piştî 7 salan ji nexweşî û azarên ku miletê Sûriyê jê dinale  divê hemû alî baş bizanin  ku çareseriya leşkerî  feşl anî , û bijardeyeke  kose bû ji pirsa Sûriyê re, û encamê  gelek kuştin û wêrankirin li ser hemû astî hebû.

Di  lêdawnek taybet da ji bo ARK Endamê Polîtbîroya  Partiya Demokrat a Kurdistana  - Sûriyê û endamê serokatiya Encûmana  Niştîmanî  ya Kurdî  li Sûriyê (ENKSê) Mihsin  Tahir got: heta fê rojê çi têkiliyek  di navbera me û Yekîtiya Demokratîk  PYDê nîne , ew jî ji ber ku PYDê  ew serhişkiyê dike di serbestberdana  girtiyên siyasî de, û zêdetrî 50 ofîsên Partiya me û Encûmana  Niştîmanî  Kurdî  û partiyên wê girtîne,  û şewtandine , lewma ez karim bêjim ji PYDê re yekrêziya nav mala  kurdî ne girînge û berdewam hewl  dide , ku çi zemîne û geş û hewayekê nehêle ew yek jî di riya gotara xwe a ku berdewam Encûmana  Niştîmanî  Kurdî bi xiyanetê  tometbar dike  û rojekî  jî ji siyasetên xwe yên pîlankirî  li hember tevegera  kurdî venegera ye .

Serkrediyê  Encûmana  Niştîmanî  Kurdî  gotina  xwe serbar kir û got, Encûmana  Niştîmanî  Kurdî di wê baweriyê de ye,  ku bi tenê yekrêziya gotar û nav mala kurdî  xizmeta armancên miletê kurd û pirsa neteweyî  kurdî dike , û ev yek jî pêdiviyekî  netewî û niştîmanî jî ye , divê  PYDê jî astengiya û berbesta peyda neke û rê li pêşiya yekrêziya  kurdî negre û tenî ev yek wê xizmeta PYDê  bike û dê wê bighîne  siyaseta Navdewletî  û bike xwedî pirsa kurdî .

Mihsin Tahir amaje kir,  ku bi destve anîna  xewna yekrêziya tevegera  kurdî dê serkeftineke dîrokî  ji tevgerê re tomar bike , û dê gaveke erênî be û xizmeta bidestve anîna rewayetiyeke Navdewletî  û herêmî û xwecehî ya pirsa kurdî bike .

Derbarê helwêsta Emerîkî  li hemberî  yekrêziya  tevegera kurdî û siyaseta wê li beramaber  Kurdistana  Sûriyê , serkirdeyê Encûmenê  weha axvî: ‘’ez bawerim ku wîlayeta  Yekgirtî ya  Emerîkî  di dema niha de çi giringî nade yekrêziya  kurdan li Sûriyê, û hêjî  negehiştiye  wê baweriyê,  ku yekrêziya  kurdan dê  ji xizmeta armancên Emerîka  li herêmê de bike, her çende Emerîka hêza  wê heye ku fişarê bixe ser hemû aliyên kurdî dema ku bixwaze.

Di dawiya axaftina xwe de ji bo ARK endamê Endamê Polîtbîroya  Partiya Demokrat a Kurdistana  - Sûriyê û endamê serokatiya Encûmana  Niştîmanî  ya Kurdî  li Sûriyê (ENKSê) Mihsin  Tahir  li  ser civatên  navbera  Partî û partiya  pêşeverû ya Demokrata  Kurd li Sûriyê  de axvî û got: li ser daxwaza partiya pêşveroa kurd em çend civîna hevre civîn û dawîtirîn civîn  jî di navbera me de roja 23/9/2018 bû û koka hevdîtnên me li ser dawî pêşhateyên kirîza Sûriyê û pirsa yekrêziya  nav mala  kurdî û mijarên  xizmeta vê  pirsê dike  bû, û em ji Pêşverû re li ser vekişîna Encûmana  Niştîmanî  ya Kurdî  ji hevpeymaniya  Niştîmanî  ya Opozisyona   Sûriyê (Itîlaf) ne axvî ne û ne bûy ye mjara me.