1:42:13 PM
RojavaNews: Kçekek kurd li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê bi guleyeke bê ser û ber birîndar bû û hate veguhastin ji bo nexweşxaneyê .
Kça kurd ya bi navê Helez Xelîl Merhan dema ku li gel bavê xwe berê xwe dabû bexçe bi guleyek bê ser û ber birîndar bû .
Her li gorî zaniyariyên ARKê, ku Helez hate veguhestin ji bo nexweşxaneya Niştmanî li Qamişlo, û neha dibin çavdêriya pizîşkî ya taybet de ye .
Ev ne cara yekê ye, ku bûyerên bi vî awayî li Kurdistana Sûriyê rûdidin ku berya neha bi dehan sivîl ji ber berdana guleyan birîndarbûn û bûne qurbanî.
