Efrîn ... Welatiyekî Kurd di zindaneke grûpên çekdar de jiyana xwe ji dest da
Efrîn ... Welatiyekî Kurd di zindaneke grûpên çekdar de jiyana xwe ji dest da

Efrîn ... Welatiyekî Kurd di zindaneke grûpên çekdar de jiyana xwe ji dest da

1:54:00 PM

RojavaNews: Duh roja Sêşemê 8´10´2018an welatiyekî kurd ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê di zêndaneke grûpên çekdar yên li Efrînê dimînin li bajarokê marihê ya ser bi gundewarên Helebê jiber îşkenceyeke tund jiyana xwe ji dest da.

 Jêderekê ji navçeya Mabeta ji RojavaNews re ragihand ku welatiyê bi navê Menan îbrahîm Birîmo ji navçeya Mabeta piştî îşkencekirina wî ya tund û di heyama tirsê de raserî nexwaşiya zerkê hat û jiyana xwe ji dest da, herwiha ew ji dema şeş mehan ve  di zindana Rahî de bû.

Heman jêderê tekez kir ku Menan Birîmo ti têkliyên wî bi ti rêxistinan re tinebû û ew û bi sedemên nediya hatibû  girtin û roja Yekşema bihîrî li gundê wî bi axê hat sipartin.

Tê zanîn, ku grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê, bi bihane û sedemên ne rewa  bi sedan kes revandine û li hember serbest berdana wan daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin û te vê demê kiriyarên binpêkirina mafên mirovan mîna kuştin û eşkenceya welatiyan ji aliyê grûpan ve jî berdewam in.

M. Qadî