Derdora 700 malbatên Aşûrî koçberî Hesekê bûn

Derdora 700 malbatên Aşûrî koçberî Hesekê bûn

Rojava News: Piştî êrîşa çekdarên DAÎŞê li ser devera Til Temir û kontrolkirina 11 gundên aşûriyan li ser qeraxên çemê Xabûrê li rojavayê Kurdistanê, derdora 700 malbatên aşûrî ji wan gundan reviyan û koçberî bajarê Hesekê bûn û xwe li kenîseyên bajêr girtin.


Piraniya koçberên ku ji wan gundan reviyane zarok û kal û pîrejin in û hinekan ji wan ji Rûdawê re behsa êrîşa DAIŞê û tirsa ku ketiye nava wan kirin.


Gundiyên koçber dibêjin kuk piştî êrîşa DAIŞê şer û pevçûnan destpê kiribûn û ew ketin navbera qadên şer de.


Piraniya koçberan di nava kenîseyên xiristiyan de hatin bi cih kirin li xelkê bajarê Hesekê jî bi hemû pêkhateyên xwe alîkarî ji bo wan pêşkêş kirin û hevxemiya xwe li gel wan nîşan dan.


Roja duşema borî çekdarên DAIŞê êrîşî devera Til Temir kiribûn û tevî şer û pevçûnên ku di navbera wan û şervanên YPGê û Sotoro de derketibûn, Rêxistina navborî 11 gundên aşûriyan kontrol kiribûn û li gorî rêxistinên mafê mirovan derdora 100 keç û jinên aşûrî ji aliyê DAÎŞê hatibûn revandin.