Rojava News: Dewleta Tirk bi sedema “ewlekariyê” li sînorê Nisêbîn-Rojava dest bi xebatên kolandina xendekan kir.
Li xeta sînor a di navbera navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û bajarê Qamişlo yê Rojava xendek tên kolandin.
Hat ragihandin dirêjiya xendekê 150 metre, firehî û kûrbûna wê 1,5 metre ye.
Ji aliyekî dinê ve li gor nûçeya ajansa DHA ya Tirkî, artêşa Tirkiyê tang û topan û çekên giran di bin parastina helîkopterên Kobra derbasî sînorê herêma Cîzrê û Şirnexê dike.
