Rojava News: Li gor çavkaniyeke teybet Endamekî rêxistina Efrine ya PDKSê; ev 7 rojin di grêva Birçîbunêdeye.
Girtiyê bi navê Semir Selim Huseyn yê xelkê gundê Dersawanê, bê ku sedemek bê nîşankirin ji aliyê hêzên asayîşa bi ser PYDê ve hatiye desteserkirin.
Li gor hatiye zanîn Semir Selim Huseyn di navbera 2 mehan de 3 cara hatiye girtin, niha jî nêzîki 2 hefteye di zindanên PYDê deye.
Çavkaniya teybet bê ku navê xwe eşkere bikî di derbarê vê buyerê de Ji Radyo Rojava re got; “Semir Selim Huseyn êve 7 rojun dest bi grêva birçîbûnê kiriya, malbata wî jî ji ber tenduristiya wî gelek xemdarin”
Hemen çavkaniyê diyarkir; “Girtiyê bi navê Semir Selîn gotiye ta ku ji zindanê dernekevê dev ji grêva birçîbûnê bernadê”
Li gor saloxê belavbûne; Di zindanê de endamên esayişa PYDê jê re dibêjin “dev ji rêbaza partî berde, êmê jî te azadbikin”
Eve demeke dirêje PYDê li ser girtinê kedro û karmendê PDKSê berdevame.
