Rojava News: îro sibehî çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) êrîş kirine ser pêgehên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê, heta niha jî şer û pevçûn berdewamin.
Fermandarê Lîwaya 8 a ser bi Wezareta Pêşmerge ve Haşim Seîtî ji Şingalê ragihand ku “Serê sibeha îro, DAIŞ ji 3 aliyan êrîş kire ser Pêşmerge, heta niha jî şer di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewam e.”
Li gor agahiyan rêxistina teröristî DAİŞê bi otombîlek û barhilgireke bombekirî êrîş dikê, lê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê en êrîş têkşikandin û aniha jî li Şingalê şer didomê.
Di şer û pevçûnan de heta niha 7 termên DAİŞê dibin destê hêzên pêşmergeyandeye, lê li gor agahiyan gelek kuştî û birîndarên rêxistinê hene.
