Kobanî : Pêşmerge pêgehên DAIŞ li Cerablusê dikin armanc

Kobanî : Pêşmerge pêgehên DAIŞ li Cerablusê dikin armanc

RojavaNews  : Piştî ku hêzên kurdî gundên Zor Mexar , Ziyade û Xirba Eto li ser çemê Feratê li eniya Rojavayê Kobanî rizgarkirin , hêzên pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî çeperên DAIŞ li bajarokê Cerablus û bajarokê Şiyox dikin armanc .

Li gor çavkaniyeke meydanî ji bajarê Kobanî ku hêzên pêşmerge niha çekên xwe yên giran li gundê Zor Mexarê li Rojavayê Kobanî bi cih kirine û ji vê sibehê ve çeperên DAIŞ li bajarê Cerablus topbaran dike û ziyanek baş jî gehandiye çekdarên DAIŞ .

Heman çavkaniyê eşkerekir ku balafirên hevpeymaniya navdewletî jî , îro sibehê , çend retlên çekdarên DAIŞ li rojavayê bajarokê Şiyoxa jorîn kirine armanc û di encam de nêzîkî 40 çekdarên DAIŞ hatine kuştin û 6 otombîlên barhilgir jî hatine ji nav birin .

Bi gotina çalakvanên navçeya Cerablus û Minbicê ku çekdarên DAIŞ ketiye di tev û levekî metirsiyê de bi nêzîkbûna hêzên kurdî .