Rojava News: Lêvegera Siyasî ya Kurd li bajarê Qamişlo civiya û daxuyaniyek derxist tê de li ser hin xalan rawestiya bû.
Lêvegera Siyasî ya Kurd li bajarê Qamişlo civiya û li ser van xalan rawestiya:
1- Pêşhatên herî dawî li Kurdistan, Sûriyê û cîhanê.
2-Gengeşe li ser karê komîteyên Rêveberiya Xweser û parastinê.
3-Pirsa hilbijartinan.
Di daxuyaniya Lêvegera Siyasî de li ser wê yekê hate tekezkirin ku yekrêziya nava mala kurd bê parastin û her wiha şermezarkirina kiryarên DAIŞ derheqê welatiyên Aşûrî li bajarokê Til Temirê.
Lêvegera Siyasî daxwaz ji civaka navdewletî xwest ku parastina jiyana kesên dîl bike û bi berpirsyarane li ser vê mijarê rawest e.
