Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihand ku, nihe gelê Kurd di qonaxeke hestiyar de derbas dibe, lewma ji hemû demekê bêhtir pêwîstiya wî bi yekrêzî û yekdengiyê heye, ji bo parastina destkeftan.
Bi helkefta salvegera raperîna mezin a sala 1991ê û azadbûna bajarên Başûrê Kurdistanê ji bin desthilata rejîma Beis a jinavçûyî, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek weşand.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesdû Barzanî di peyama xwe de amaje dike ku “Raperîna mezin a gelê Kurdistanê ji bo wê yekê serket ji ber ku hemû hêz û aliyên siyasiyan û xelkê Kurdistanê yekrêz bûn û li yek sengerê da bûn. Ev serkeftina mezin belgeye ji bo wê yekê ku em her dema yek bûbîn destkeftên mezin jî ji bo gelê me pêkhatine.”
Herwiha Barzanî diyar dike jî ku “Niha jî ku gelê me qonaxeke hestiyar û dijwar bi ser dibe û ligel terorîstan di şer de ye zêdetir ji hemû demekê divê dest bi yekrêziyê bigrin û destkeftan biparêzin û serkeftin ji bo gelê me misoger bikîn.”
Û gotiye: Raperîna mezina gelê Kurdistanê ji bo wê yekê serket ji ber ku hemû hêz û aliyên siyasiyan û xelkê Kurdistanê yekrêz bûn û li yek sengerê da bûn. Ev serkeftina mezin belgeye ji bo wê yekê ku em her dema yek bûbîn destkeftên mezin jî ji bo gelê me pêkhatine. Eger hinek car serbarê xebat û qurbanîdanekî zêde, destkeft ji bo gelê Kurdistanê pêkhatibe ewe wateya bi hêza dijminan nebûye belku nebûna yekbûn û yekrêziyê wiha kiriye destkeft ji bo gelê Kurdistanê mîsoger nebin.
