Barzanî banga alîkariyê bo nûjenkirina Kobanê kir

Barzanî banga alîkariyê bo nûjenkirina Kobanê kir

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek li ser Kobanî belav kir û tê de banga alîkariyê bo nûjenkirina wî bajarî kir.

Di peyamaxwe de got: Di saya berxwedan û qehremaniya şervanan û Hêzên Piştevaniya Pêşmerge Kobanî bi xoragirî ma û neket û terorîstên dagîrker rastî şikestineke mezin hatin û Kobanî ser keftin.

Mesût Berzanî  herweha Got: Di encama wê êrişa zalimane ya terorîstên DAIŞê li ser bajarê Kobanî yê qehreman, hejmarek zêde ji xuşk û birayên me ji wî bajarê xweştevî koçber bûn û mal û hale xwe hiştin. Herwiha ji ber şer û dirindiya terorîstên beşê herî mezin ji bajarê Kobanî wêran bû.

Niha piştî azadbûna wî bajarî pêwîst e jiyan ji nûv re li Kobanî dest pê bike û were avakirin û xuşk û birayên me bi serbilindî vegerin bajarê xwe.

Hevkarîkirin û pêşkêşkirina alkariyê bo avadankirina Kobanî û destpêkirina dûbare jiyanê ya li vî bajarî de erkekî neteweyî û nîştimanî ya me hemûya ne.

Barzanî daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê yên li hundir û derveyî welat û rêxistinên civaka sivîl û sazî û dezgehên ragihandinê û saziyên xêrxwazî û xelkê xêrxwaz û dam û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê dikim, her kes li gor şiyana xwe li helmeta komkirina hevkariyê ya ji bo avadankirina Kobanî de beşdar bibin.