Rojava News: Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, eger hilbijartinên şaredariyan li Kantona Cizîrê neyên paşxistin wê çaxê Rêkeftina Dihokê jî dikeve metirsiyê.
ENKS derbarê lidarxistina hilbijartinên şaredariyan ji aliyê Kantona Cizîrê ve daxuyaniyek belav kir û ragihand, TEV-DEMê daxwaza ENKSê ya paşxistina hilbijartinan piştguh kir, ji ber vê jî metirsiyeke mezin li ser Rêkeftina Dihokê çêdibe û TEV-DEM ji ber wê yekê berpirs e.
ENKSê her wiha ragihand ku lidarxistina hilbijartinan ne di berjewnediya kurdan de ye û li dijî yekrêziya kurdan û li dijî Rêkeftina Dihokê ye ji ber ku hevpariya di navbera herdu encûmenan (ENKS û EGRK) de têk dide, lewma ew tevlî hilbijartinan nabin.
Hilbijartinên şaredariyên Kantona Cizîrê roja 13ê Adara îsal li 8 bajar û bajarokên wê kantonê tên lidarxistin.
