Rojava News: Çekdarên DAIŞê bi giranî bajarokê Til Temir yê Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin û şerekî giran li derdora bajêr diqewime.
Li Til Temirê, ji saet berê sibehî şerê kolanan di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê li herdu gundên Til Hefiyan û Til Nesrî ku nêzîkî 800 metreyan dikevin başûrê Til Temirê, berdewam dike û şer heta niha jî bi giranî didome.
Çekdarên DAIŞê bi giranî bajarokê Til Temirê topbaran dikin û heta niha nêzîkî 10 topan li derdora navenda asayişê ketine. Herwiha Hêzên kurdî jî bi çekên giran herdu gundên Til Hefiyan û Til Nesrî bi giranî topbaran dikin.
Hat diyar kirin ku, çekdarên DAIŞê dest danîne ser xala kontrolê ya YPGê li gundên Ruguba li nêzîkî gundê Til Nesrî û ji aliyê başûr ji gundên Til Hefiyan, Til Nesrî û Til Şemîran ve hewl didin derbasî nav bajarokê Til Temir bibin.
Hat gotin ku ji sedî 90 ji xelkê ji Til Temirê derketine û bi tenê pîr û ciwan li nav bajarokê mane.
