Rojava News: Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî 500 hezar dolar ji bo avakirina Kobanê xerç dike, rêveberê ragihandina dezgeha navborî jî aşkere dike ku, ew dê berdewam bin di komkirina alîkariyan de ji bo avakirina Kobanê.
Rêveberê Ragihandina Dezgeha Barzanî ya Xêrewazî, Ibrahîm Semîn ragihand “Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê peyamek beav kir, ku behsa wê yekê dike xelkên Kurdistanê û dezgehên xêrxwaziyê bihev re hewl bidin, ku çawa yek deng û yek reng bûn di azadkirina Kobanê de, bi heman awayî ji bo avakirina Kobanê yek deng û yek reng bin, em jî wek Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî demildest bi banga Serokê Herêma Kurdistanê ve çûn, wek yekemîn pêngav jî me 500 hezar dolar xerç kir.”
Navborî balkişande ser wê yekê ku “Piştî ku xelkên Rojavayê Kurdistanê bi sedema xirabiya rewşa ewlekariyê ji navçeyên xwe hatin Herêma Kurdistanê, dezgeha me bi berdewamî alîkarî gihandiye wan bira û xuşkê derbider ku xelkên Rojava ne û li kampan bicih bûne. niha jî bi alîkarîkirina xelkên Kobanê destpêşxerin, da ku Kobanê ava bikin.”
