ENKS bo TEV-DEM: Gellek bijarde li ber destê me hene

ENKS bo TEV-DEM: Gellek bijarde li ber destê me hene

Rojava News: Nakokiyên di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de zêdetir dibin û dibe ku ev nakokî dawiya Lêvegera Siyasî ya Kurd bînin.

Çavkaniyekê ji nav ENKSê ragihand ku eger TEV-DEM daxwazên wan bicih neyêne ewê endamtiya xwe di Lêvegera Siyasî de rawestînin û êdî beşdarî civînan nabin.

Li gorî ku agahi hatine wergirtin;  Emîndariya Giştî ya ENKSê civiya û di civînê de biryar stand ku eger TEV-DEM daxwazên wan bi paşxistina hilbijartinan û berdana girtiyên siyasî û herwiha rawestandina leşkeriya neçar bicih neyne ewê endamtiya xwe di Lêvegera Siyasî de rawestînin.”

Endamê Lêvegera Siyasî Nîmet Dawûd jî gotiye: “Eger daxwazên me neyên bicîkirin emê helwestê bistînin û gellek bijarde li ber destê me hene.”

Nîmet Dawûd herwiha got ku eger hilbijartin birêve biçin wê metirsî li ser rêkeftina Duhokê derkeve.