Rojava News: Civata parêzgeha Mûsilê biryarda her keç û jineka Êzdiya ji destê DAİŞê rizgarbûyî 250 hizar dînaran mehane werbigirît.
Seydo Çeto serokê kutla Birayetî û pêkve-jiyanê li civata parêzgeha Mûsilê ragehand; wan duhî di kombûnekê da daxwaz ji parêzgar û serokê civata parêzgeha Mûsilê kir ku harîkariya ew keç û jinên ji destê DAİŞê rizgarbûyin biken jiber ku ew tûşî derdeseryên nexoşiyên derûnî bûyine.
Gotjî: “Piştî gengeşeka berfireh, biryar hate dan her keç û jineka ji destê DAİŞê rizgarbûyî mehane 250 hizar dînar bu bihêne mezaxtin, amaje kir li meha bihêt biryar dê kevîte di warê cêbecêkirinê da “.
Çeto gut: “Jî ligurey amareka taybet bi wan jin û keçên ji destê DAİŞê rizgarbûyin ta niha pitir ji 800 kesan rizgarbûyne û ji wan pitir 400 keç û jin in “.
