Di 24 demjimêrê dawî de 53 DAİŞî hatin kuştin

Di 24 demjimêrê dawî de 53 DAİŞî hatin kuştin

Rojava News: Li Herêma Kobanê di şer û pevçûnên di navbera şervanên Kurdî  çeteyên DAIŞ de 53 terorîstên DAIŞ hatine kuştin , her weha 11 şervanên  Kurd jî şehit ketine.

 

Li gor hatiye zanîn;  Li gundên Xan Memed, Girê Xwede, Izea û Xweydanê yên ku li rojhilatê Kobanê di navbera  hêzên Kurd û  terorîstên DAIŞ d şerên giran  qewimiye û di encama wan şeran de 42 çekdarên terorîstên DAIŞ hatine kuştin,   25 termên çeteyan ketine destê şervanan û 35 kilaşînkof, 1 roketavêja B7, 3 BKC, doçkakî 12,5 mm hatine destser kirin.

 

ji aliyekî din ve li gundê Xan Memed jî  4 çete hatine kuştin hemendemê li wir jî doçkakî 12,5 mm, 1 BKC û 3 klaşînkof ketine destê şervanên Kurd.  Li Başûrê Kobanî jî dş êrîşeke şervanên Kurd de  7 terorîstên DAİŞê hatine kuştin.

 

Di van şerê 24 demjimêra de 11 şervanên Kurd jî şehît ketine.

 

Di daxuyaniyê de hatiye ku li herêma Til Temir jî di navbera şervanan û çeteyan de şer berdewame.