Rojava News: Sikirtêrê Partiya Çep a Demuqrat a Kurd li Sûriyê Șelal Gedo di hevpeyvîneke ku li gel Dengê Emrîka kiriye de nebûna çareseriye kê ji bo Sûriyê vegerand bo hokarê herêmî û navnetewî .
Herweha dibêje: Șoreșên Buhara Erebî li gelek welatan doza guhertinê kirin û rûxandina rêjîmên wan gava yekem bû ji bo pêkanîna armanca guhertinê. Lê rewșa Sûriyê Taybet bû di vê derbarê de ku li dirêjiya 4 salan opozisyonê nikaribû çi deskeftên berbiçav ji bo xelkê Sûriyê dabîn bike.
Şelal Gedo got: “Eger xelkê Sûriyê roja îro rêkeftinekê li gel rêjîma Esed li darxe jî dê rewș wek xwe bimîne ji ber ku ew girêdaye bi berjewendiyên welatên herêmê ve.”
Gedo ku niha bo serdanekê li Holenda ye, her wiha bal kișand ser rewșa pêkhateyên Sûriyê û diyar kir ku rêjîmê hewil da nakokiyên olî û netewî gur bike û ew di vê yêkê de biser dikeve.
