Rojava News: Endamê Lêvegera Siyasî Mihsin Tahir got ku TEV-DEMê pê re axivîne û jê re gotine egra paşxistina helbijartinên şarederiyan heye lê bi mercê ku ENKS daxuyaniyekê derbixîne.
Tahir lê zêde kirk u TEV-DEMê daxwaz kirin ku Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKS daxuyaniyekê derbixîne û tê de beşdarbûna xwe di wan hilbijartinan de rabighîne eger hate lipaşxistin û da zanîn ku ENKS ev yek red kir.
Piştî ku ENKSê ragihandibû ku eger helbijartin bên encamdan ew ê endamtiya xwe di Lêvegera Siyasî de rabigirin, şandeke ENKSê ku ji her yek ji Nihmet Dawûd û Muhsin Tahir pêk hatibû, ligel şandeke TEV-DEMê ku ji her yek ji Aldar Xelîl û Ebdulselam Ehmed pêk hatibû civiya û her du aliyan mijara paşxistina helbijartinan goftûgo kirin.
Di civîna xweya herî dawî de, sekretariyeta giştî ya ENKSê biryar dabû ku eger helbijartinên şarederiyê ji aliyê TEV-DEMê de bên encamdan, wê ENKSê endamtiya xwe di Lêvegera Siyasî de rabigre.
