Rojava News: Perlemanterê Iraqê Sîrwan Sîrînî ragihand ku, siyaseta petroê û xazê ya Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke nû û bi aliyê serxwebûna aborî de pêngavan davêje. Wa Hikûmeta Iraqê petrolê ji Kurdistanê dikire û ji destê Ebadî nayê ku pirojeyasaya budceyê hilbiweşîne.
Sîrwan Sîrînî Perlemanterê Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê gellekî ji ya Iraqê baştire, em dibînin ku siyaseta petrol û xazê ya Kurdistanê pir pêşketiye û ketiye qonaxeke nû de û Herêma Kurdistanê bi aliyê serxwebûna aborî de diçe û pertola Kerkûkê jî dişîne derve û Hikûmeta Iraqê petrolê ji Kurdistanê dikire û welatên cîhanê wek dewletek serbixwe mameleyê bi Herêma Kurdistanê re dikin.”
Sîrwan Sîrînî wiha domand: “Ji destê Encumena Wezîran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nayê ku pirojeyasaya budceya sala 2015 hilbiweşînin.”
