Hejmarek ji endamên PDK−S li Hewlêrê serdana mezarê Barzanî kirin

Hejmarek ji endamên PDK−S li Hewlêrê serdana mezarê Barzanî kirin

Rojava News: Hejmarek ji alîgir û endamên  PDK−S serdana mezarê Barzaniyê nemir li devera Barzan kirin.

Doh Hejmarek  mezin ji alîgir û endamên  Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK−S  li bajarê Hewlêrê serdana mezarê Barzaniyê nemir û goristana kesên enfalkirî  li devera Barzan kirin.

 

Ew endam ji aliyê Şêx Xelat Barzanî nûnerê serok Mesûd Barzanî ve  hatin pêşwazîkirin, piştî danîna baxeke gul li ser mezar  Mistefa Badînî gotinek bi navê rêxistina Hewlêrê ya  Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK−S xwend ku tê de  xebata Barzaniyê nemir bi giringî nirxand û çend helbest ji aliyê çend helbestvanan  ve jî hate xwendin.