Rojava News: Ji şeva borî de şerekî giran di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de li bajarokê Til Temirê berdewam dike.
Şeva borî derdora seat 22:00 şevê, şer li herdu gundên Til Nesrî û Xêbiş li başûrê Til Temirê di navbera YPGê û DAIŞê de qewimî.
DAIŞê ji wan herdu gundan bajarokê Til Temir topbaran dike û YPGê jî ji nav bajarokî navendên DAIŞê li herdu gundan topbaran dike.
Şerê li başûrê Til Temirê ji 23yê meha borî de berdewam dike ku di encam de DAIŞê dest daniye ser çend gundên aşûriyan û bi dehan malbatên aşûrî jî revandine ku hîn çarenivîsa wan nediyare.
